SIRA SIBE

Sira sibê li bab û dara hewrê
Veciniqî û hiþyar bû

Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahiþt
Bilûre danî ser diranê
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira

Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyvaji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand

Bilbilek firî ji hêlîne
Çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nýzilî û xurî

Di dilopa paþî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayiþ ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Þefeq zelal xuza xuyan bûn

Gotin: Rojen BARNAS
Muzîk: Ciwan HACO